Ji bo derbaskirina astengiyên înternetê û gihîştina medyaya civakî, çendîn amûrên VPN û gerokên ewle yên wekî
Ji bo VPN
⬇️ Ji bo Windows, ji bo Mac, ji bo Android û ji bo iOS daxînin.
🛡️ Servîsên VPN (VPN Services)
Ev amûr hemû seyrûsefera înternetê ya amûra we şîfre dikin û astengiyan radikin.
Psiphon: Pergaleke dakeftî ye; dema înternet xirab be jî rêyekê dibîne. Hûn dikarin e-pomeylekê ji dw-n@psiphon3.com re bişînin da ku lînk rasterast ji we re bê.
BeePassVPN (Outline): Pergaleke ewle û dij-sansûrê ye.
ProtonVPN: Ewlehî û nepeniya wê ya xurt heye.
Lantern: Ji bo derbaskirina astengiyên herêmî pir bi lez e.
Windscribe: Mehane heta 10 GB kotaya belaş dide.
NordVPN: Pir bilez û ewle ye, lê bi drav e.
ExpressVPN: Yek ji VPN'ên herî bilez ên cîhanê ye, bi drav e.
Surfshark: Bi yek hesabî li ser gelek amûran dixebite, bi drav e.
CyberGhost: Xwedî torgilokeke mezin a pêşkêşkeran e, bi drav e.
Ji bo Gerok (Browser)
Her weha, gerokên Brave û Opera digel xizmetguzariyên premium û heta astekî beşaş ên
⬇️ Ev amûr rasterast gerok in û ji bo vekirina malperan û derbaskirina astengiyan tên bikaranîn.
Tor Browser: Bi sê qat şîfrekirinê ewlehî û nepeniya herî bilind peyda dike. Ji bo Windows / Mac û ji bo Android daxînin. Bi rêya iOSê hûn dikarin alternatîfa wê ya fermî Onion Browser daxînin.
Brave Browser: Reklaman asteng dike û di nav xwe de pergala taybet a "Tor"ê dihewîne. Ji bo Windows / Mac, ji bo Android û ji bo iOS daxînin.
Opera Browser: Gerokeke belaş e û di hundirê xwe de VPN'eke xwerû (entegreyî) ya bêsînor dihewîne.
Comments
Post a Comment